Ciwanên Helebê herîkin qadan
- 22:00 10 Cotmeh 2019
- Rojane
HELEB - Ciwanên taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê li dijî operasyona artêşa tirk meşeke bi meşaleyî li dar xistin û êrîş şermezar kirin.
Ciwanên Helebê bi meşek meşaleyî êrîşên artêşa tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Gelê herêmê û ciwanên taxê tevlî meşê bûn. Meş ji pêşiya jêrzimina Yasî dest pê kir heya çerxeya Serokatî dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê hatin hildan. Her wiha di meşê de dirûşmeyên "Ji dagirkeriyê re na", "Bijî Seroka Apo" û "Serkeftin ya Gelê Kurd e" hat berzkirin.
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê MSD'ê Mecidulîn Îbo axivî û wiha got: "Hemû êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê em şermezar dikin. Ev êrîşa sûcek navnetewiye. Gelê me wê bi hêza xwe û li hember êrîşan bisekinin. Em amadene ku parastina xwe yê rewane bikin û em ê êrîşan vala derbixînin."
Meş bi dirûşmeyên bi dawî bû.







