Polîsan bi ser mala Rojnameger Bêrîtan Canozer de girtin

  • 08:49 11 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Do bi şev polîsan bi hinceta 'Parvekirinên li ser medyaya civakî" bi ser mala nûçegîhana me Bêrîtan Canozer de girtin. 
 
Do bi şev saet di 21.30'an de polîsan bi hinceta 'Parvekirinên li ser medyaya civakî" bi ser mala nûçegîhana me Bêrîtan Canozer de girtin. Hat hînbûn ku komek qelebalix a polîsan bi ser mala Bêrîtanê de girtine. Ji ber ku Bêrîtanê ne li mal bû û tenê xwişka wê li mal bû hinek koma polîs ji malê veqetiyane. Her wiha polîsan xwişka Bêrîtanê ya tenê li malê bû li erdê rast kiriye û lêgerîn kirine. Polîsan dest dane ser hinek wêne, rojname û kovarên li mala Bêrîtanê. 
 
Ji ber ku Bêrîtanê ne li mal bû nehatiye binçavkirin û polîsan diyar kirine ku ji bo Bêrîtanê îfade bide divê biçe Şaxa TEM'a Amedê.