ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2019'AN

  • 09:00 11 Cotmeh 2019
  • Rojev
*Jina bi navê Emîne Cûme ya ji şêniyên Kantona Şehbayê ye li ser perwerdeya ku dîtiye nirxandin kir û wiha got: "Jin ji bo xwe pêş bixe û nas bike perwerde beriya her tiştî tê." DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku nûnertiya Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê dikin, di derbara êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Rojhilatê Firatê de gotin: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker metirsiyên mezin bi xwe re anîn, DAIŞ zindî dibe, şaneyên wan yên razayî di nava tevgerê de ne. Civaka navneteweyî li hember van êrîşan berpirsyar in." DÎMEN HEYE
 
*Dayika sê pakrewanan Helîma Reşo li dijî êrîşên dewleta tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşan da û got: "Me ji bo parastina axa xwe gelek bedel dan, ez ê xwedî li keda zarokên xwe derkevin." DÎMEN HEYE 
 
*Jinên şahidên komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê diyar kirin ku hewcedariya Tirkiyeyê demildest bi aştiyê heye û wiha gotin: “Axek din tune ye, ger em bi hev re bijîn rewşa cîhanê wisa be, çima şer? Em pêşî li mirinan bigirin, em aştiyê pêk bînin wê demê em ê sêgoşeya ked, aştî û demokrasiyê pêk bînin. Aştî bêyî hincet divê hebe.” DÎMEN HEYE 
 
*Jinên navçeya Cizîrê êrîşên Artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin şermezar kirin û anîn ziman ku şerê li Sûriyeyê hatiye destpêkirin demildest bila bê sekinandinû bang bila her kes li dijî êrîşan rabe ser piyan kirin. DÎMEN HEYE 
 
*Jinan bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Piştî şer wê Tirkiye hîn bêtir xizan bibe. Hemû êrîşên li hember Rojava li hember Kurdan e. Divê hemû alîgirên aştiyê bertek nîşanî van operasyonan bidin.”DÎMEN HEYE 
 
*Ercan Uysaler ku di dema qeyûman de Midûrê Kent A.Ş bû, derketibû holê ku Mehmet Bulut yê ligel wî wek cigirê midûr dixebitî sala borî jinek bi zorê xistiye wesayîtê û derb û tehdîd lê kiriye. Li ser gilîkirina jinê li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Qoserê ji ber vê mijarê derbarê wî de îdianame hat amadekirin û di îdianameyê de biryar hat dayîn ku Mehmet Bulut û du kesê ligel wî bi armanca cezakirinê bên darizandin.