'Êrîşên dewleta tirk metirsiyên mezin bi xwe re anîn û DAIŞ dibe ku zindî bibe'
- 09:05 11 Cotmeh 2019
- Rojane
Fîdan Ebdullah
ŞEHBA - Jinên ku nûnertiya Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê dikin, di derbara êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Rojhilatê Firatê de gotin: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker metirsiyên mezin bi xwe re anîn, DAIŞ zindî dibe, şaneyên wan yên razayî di nava tevgerê de ne. Civaka navneteweyî li hember van êrîşan berpirsyar in."
Piştî êrîşên li ser Efrînê, dewleta tirk êdî Rojhilatê Firatê hedef girt. Dewleta tirk êrîşî bajarên Serêkaniyê, Girêspî, Eyn îsa kir. Li seranserî herêm û bajarên Bakurê Sûriyeyê şerê dijwar diqewime. Têkildarî mijarê Nûnerên Rêveberiya Xweser ên herêma Efrînê nirxandin kirin.
'Êrîş aloziyê kûrtir dike'
Hevseroka Desteya Aborî ya Herêma Efrînê, Mûşîra Mele Reşîd di derbarê zindîkirina şerê li Sûriyeyê wiha nêrînên xwe anî ziman: "Êrîşên li ser Rojhilatê Firatê şerê mirovahiyê ye. Gelê vê herêmê herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ'ê parastin. Ev êrîş bi hevkariya hemû dewletan pêk hat. Êrîş aloziyê kûrtir dike."
'Projeya Netewa Demokratîk tê hedefgirtin'
Mûşîra bal kişand ser projeya Netewa Demokratîk a ku hemû pêkhate di nava de dijîn û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc dike ku projeya Netewa Demokratîk têk bibe. Ji ber pirojeya demokratîk li dijî berjewendiyên dagirkeran e."
‘Êrîşên li ser Rojhilatê Firatê xeteriyên mezin bi xwe re anîn"
Mûşîra destnîşan kir ku bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember dewleta tirk, karesat e û wiha got: "Erdogan Efrîn dagir kir û gelek komkujî di wir de pêk anî û heya roja îro qirkirina şûnwar û çanda Efrînê tê kirin. Êrîşên ser Rojhilatê Firatê jî xeteriyeke mezin bi xwe re anîn. Bi hezaran DAIŞ di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne û ev çete hewil didin birevin û ji nûde şaneyên xwe zindî dikin."
'Civaka navneteweyî li hember êrîşan berpirsyar e'
Seroka Desteya Jinê ya herêma Efrînê Zelox Reşîd wiha got: "Em helwestên dagirkeriyê şermezar dikin. Civaka navneteweyî li hember van êrîşan berpirsyar e. Îro dîsa careke din hêzên deshilatadar biryara qirkirina gelê kurd dane. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, serkeftin a me ye."







