Jinên Cizîrê êrîşên Artêşa Tirk şermezar kirin

  • 09:10 11 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên navçeya Cizîrê êrîşên Artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin şermezar kirin û anîn ziman ku şerê li Sûriyeyê hatiye destpêkirin demildest bila bê sekinandinû bang bila her kes li dijî êrîşan rabe ser piyan kirin. 
 
Nerazîbûnên li dijî êrîşên Artêşa Tirk ên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berewam dikin. Jinên navçeya Cizrîê ya Şirnexê têkildarî mijarê axivîn û gotin bila êrîş demildest bên rawestandin.  
 
Jina bi navê Fatma Taş, êrîşên dewleta tirk ên li dijî Suriyeyê şermezarkirin û  ev tişt got: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bila rabin ser piyan destên xwe bidin hev û ji van êrîşan re bibêjin na. Gelê Rojava jî ji me ye. Bila gelê kurd bes bê kuştin. Daxwaziya me kurdan ew e ku weke hemû cihanê em bi navê xwe û nasnameya xwe bijîn. Îktîdara AKP’ê çavên xwe ji kurdan venaqetîne. Ew dixwazin ku kurdan tune bikin û ji ber vê jî êrîş dan destpêkirin. Gelê kurd biçe ku îktîdara AKP’ê li pey ye. Em vê helwesta AKP'ê şermezar dikin.”
 
‘Bila zirarê nedin gelê kurd’
 
Jina bi navê Bahar Ekti jî ev tişt anî ziman: “Bila êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hatin destpêkrin bên rawestandin  Bila gelê me yê Rojava zerarê nebîne. Daxwaza me ku êrîşên li ser Rojava bên rawestandin.”
 
'Dewleta tirk her me qetil dike'
 
Pakîze Yaşar jî wiha bi lêv kir: “Em naxwazin ku leşkerên dewleta tirk bikeve Rojava. Dewleta tirk heta niha gelek caran me kuşt û qetil kir. Em ji dewleta tirk tiştek naxwazin. Em tenê dibêjin ku bila leşkerên xwe ji ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîne. Em naxwazin ku mirovnên me bên kuştin.
 
'Em azadiyê dixwazin'
 
Jina bi navê Berîvan Tatli, diyar kir ku ew ne şer, azadî û aştiyê dixwazin û wiha bi lêv kir: “Dewleta tirk berê xwe dide kurdan û êrîş dike. Ew ji me kurdan çi dixwazin.  Em şer naxwazin, şer bi xwe re kutinê tîne. Em nizanin ku çi ji me kurdan dixwazin. Beriya 4 salalan li ser gelê sivîl êrîş pêk anîn, xaniyên me şewitandin, hilweşandin û gelê me kuştin. Niha jî berê xwe dane Rojava. Em naxwazin li wir tu kes bimire. Bila dev ji vê şerî berdin.”
 
‘Em ji şer re dibêjin na’
 
Asya Doruk jî wiha anî ziman: “Bila êdî dayik bes bigirîn. Bi salane dayik digirîn. Bi salane jin û zarok tên kuştin. Em êdî şer naxwazin. Em bi salane ji bo azadî û aştiyê bang dikin.  Em ji şer re dibêjin na.”
 
Fatîme Gul: Em ji van êrîşan re dibêjin na  û em dixwazin ku Atêşa Tirk  dawî li êîrîşên xwe bîne. Herî zêde dayik para xwe ji şer dikgirin.
 
Sadiye bozan jî êrîşên li dijî Bakur û Rojavayê Sûriyeyê şermezar kirin û wiha got: "Em êdî aramiyê dixwazin bi salan e em rewşa şer dijîn ji ber wê em naxwazin ku Artêşa Tirk êrîşî Rojava bike."
 
Gulfîdan Veren jî ev tişt got û bertek nîşanî êrîşan da: “Em dixwazin ku azadî bê welatê me. Em dixwazin ku li ser vê axê bi hev re û di nav wekheviyê de bijîn. Em naxwazin ku êdî zarokên me bên kuştin. AKP dibêje li cihanê de kurd tunene bi tenê tirk hene. Lê belê em li her derê dengên xwe bilind dikin û dibêjin em hene.”
 
Halîde Açti: Em êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nakin. Dê çawa dîsa bikaribin me bikûjin. Em tim li hemberê şer bûn û em niha dîsa jî li hemberî şer in. Em li dijî êrîşên li ser  Gelê Kurd in û em şermezar dikin. Em azadiyê dixwazin.
 
Hamiye Temîz:  Em ji vê zilmê re êdî dibêjin bese. Ger ku îro hevalên me hebûna dê îro êrîşî me kurdan û welatê me nekirina. Hemû hevalên Erdogan in.  Ger ku em kurd bibûna yek em ê îro bi ser ketina.   
 
‘Li hemberî şer bisekinin’
 
Hanim Bozan: Em azadî, wekhevî û aştiyê dixwazin. Em naxwazin ku êdî şer çêbibe. Bila êdî zilmê li me kurdan nekin. Îktîdar dixwaze ku kurdan bikûje û dayikên kurd jî hêsrên çavan bibarînin. Ji bo şer bisekine divê em  kurd dest bidin hevdû û li hemberê vê şerê bisekinin.
 
Xatî Kok : Em naxwazin ku dijmin bikeve welatên me. Lewra jî em dibêjn ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bila bên rawestandin. Daxwaziya me ew ku azadî pêk were. Heta azadî pêk neye dê ev êrîş berdewam bikin. Di şer de herê zêde jin û zarok tên kuştin û para xwe digirin. Em naxwazin ku dijmin bikeve nav ax û welatê me. Em ê bibin yek û li hember dijmin bisekinin.  
 
‘Şer  qirêjiye’
 
Ayşe Bîlîcî: Ji ber ku kurd doza heqê xwe dikin îro êrîşê kurdan dikin. Em naxwazin ku kurd bên kuştin. Lewra jî em dixwazin ku şerê li Sûriyeyê bê sekinandin. Şer  qirêjiye.”