Ji jinên Wanê bertek: Êrîş li hember hemû Kurdan e

  • 09:30 11 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - Jinan bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Piştî şer wê Tirkiye hîn bêtir xizan bibe. Hemû êrîşên li hember Rojava li hember Kurdan e. Divê hemû alîgirên aştiyê bertek nîşanî van operasyonan bidin.”
 
Piştî daxuyaniya DYA’yê ya ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekşiya şûnde, rojek berê leşkerên DYA û koalîsyonê ji Girê Spî û Serêkaniyê vekişiyan. Li xeta sînor a navçeyên Pirsûs, Kaniya Xezalan û Serêkaniyê jî Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) operasyona leşkerî da destpêkirin. Der barê operasyona ku gel bertekên tund nîşan dan, AKP’ê der barê wê de tezkere dabû meclîsê û ji bilî HDP’ê hemû partiyan qebûl kiribû.
 
‘Wê Tirkiye hîn bêtir xizan bibe’
 
Sînem Solar bertek nîşanî operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Di operasyonê de wê bi sedan ciwan bimirin. Ev şer wê heta kengî bidome. Êdî bes e. Em aramiyê dixwazin. Bi sedsalan e polîtîkayên şer dimeşin û ji ber polîtîkayên şer me di salên 90’î de koçî Wanê kir. Şert û mercên niha û wê demê ne wek hev in. Berê kesekî li malbatekê mêze dikir niha kes nikarin li du sê zarokên xwe binêrin. Mirov nikarin debara xwe bikin. Tu fêdeya şer ji kesî re tune ye. Welatî her diçin xizantir dibin.”
 
‘Mafê jiyana gelan hedef tê girtin’
 
Sînemê wiha got: “Divê her kes li dijî êrîşan bisekine. Yên li dijî zilmê bêdeng in, hevkarên zilmê ne. Jin, ciwan, Kurd, Suryanî, Çerkez, Ereb, Tirk kî dibe bila bibe divê li dijî şer bêje ‘bes e’. Hêviya jiyana gelan a li Rojava hedef tê girtin. Em ligel hev bisekinin wê gel bi ser bikevin.”
 
‘Wê xizanî giran be, zarok bimirin’
 
Ji dayikên Aştiyê Zekiye Kaya jî bi lêv kir ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin lê desthilatdarî di şer de israr dike û wiha got: “Em şer naxwazin. Şer talan e. Mirin e, dest ji destkeftiyên gelê Kurd berdin. Bang li Emîne Erdogan dikim, ew jî dayik e. Wê canê wan neşewite. Wê dîsa canê dayikên xizan bişewite. Wê zarokên wan bimire. Divê em di aştiyê de bi israr bikin. Divê em li dora aştiyê bibin xelek. Divê maseyên muzakereyê bê avakirin.”
 
‘Divê hemû alîgirê aştiyê li dijî vî şerî bisekinin’
 
Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Azadiyan Menîce Gulmez jî destnîşan kir ku êrîşa li hember Sûriyeyê li hember hemû gelê Kurd e û wiha pê de çû: “Em li dijî vê operasyonê ne. Yên li wir bimirin, xwişk û birayên me ne. Qelskirina Rojava tê wateya qelskirina hemû erdnîgariya Kurd. Ez bang li hemû alîgirên aştiyê dikim ku li dijî vî şerî bisekinin. Bila ciwanên me nemirin. Divê em ji bo vê hewl bidin. Divê em ji bo vê têbikoşin.”