Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê bi lîstika 'Zargotin Zêrgotin e' dest pê kir

  • 09:33 11 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê bi dirûşma "Li ser dika heqîqetê tu jî replîkekê bibêje" bi lîstika 'Zargotin Zêrgotin e' dest pê kir.
 
Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê ya ji aliyê Şanoya Mencelê bi dirûşma "Li ser dika heqîqetê tu jî replîkekê bibêje" tê lidarxistin, bi lîstika 'Zargotin Zêrgotin e' dest pê kir. 2'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê diyarî  Evdirrehîm Rehmî Hekarî hat kirin. Berî ku şano dest pê bike Ferhat Aslan axaftinek kurt kir. Ferhat diyar kir ku wekî hemû netewan netewa Kurd jî li ser vê erdnîgariyê rola jiyandina çanda xwe lîstiye. 
 
Lîstik diyarî kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn hat kirin
 
Lîstika Zargotin Zêrgotin e ji sê perdeyan pêk tê û derhêneriya wê jî Nazmî Karaman kir. Her wiha ev lîstik diyarî kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn hat kirin. 
 
Piştî lîstik bi dawî bû Perînaz Delazy axaftin kir. Perînazê got:"Em di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Di van rojan de replîka herî xweş berxwedan jiyan e. "
 
Dê mîhrîcan bi lîstika Medea dewam bike
 
Piştî lîstikê temaşevanan diyar kirin ku ew gelek kêfxweş in ku lîstik bi zimanê Kurdî bûye. 
 
Dê mîhrîcan sibehê bi lîstika Medea ya ji aliyê Teatra Rojhilat ew ê saet di 20.00'an de bê lîstin, bidome.