'Em ê bi hêza jinên ciwan êrîşan têk bibin'

  • 09:35 11 Cotmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ- Jinên ciwan ên Kobanê êrîşên artêşa tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û wiha gotin: "Bi hêz û îradeya jinê me Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir, îro jî em ê bi hêza jinên ciwan herêmên Bakurê Sûriyê ji artêşa tirk a dagirker biparêzin."
 
Li Kobanê ciwan rabûn ser piyan û êrîşên artêşa tirk ên li herêma Bakurê Sûriyê şermezar kirin. Jinên ku li qadê kom bûbûn nêrîn û bertekên xwe anîn ziman.
 
'Mafê dewleta tirk tune ye ku êrîşî me bike'
 
Jina ciwan Rexda Suleyman wiha axivî: "Îro em li vir kom bûne ji bo ku ji tevahî cîhanê re îsbat bikin ku em xwedî maf in û ji Erdogan re dibêjin tu mafê te tune ye ku tu êrîşî me dikî. Berê carekê me bi hêz û îradeya jinê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, îro jî em ê herêmên xwe ji artêşa tirk biparêzin. Îro artêşa tirk êrîşî Serêkaniyê, Girê Spî û devarên li ser sînor di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dike bi van êrîşan dixwaze gel bitirsîne, lê em ji dewleta tirk natirsin. Em pişt şervanên xwe, şervanên me jî pişta me ne."
 
'Pêwist e dewlet li hemberî êrîşan bê deng nemînin'
 
Her wiha ciwana bi navê Asmîn Eyûb jî wiha got: "Em dagirkeriya tirkiyeyê qebûl nakin. Êrîş û topbaranên li ser herêmên me şermezar dikin. Artêşa Tirk li Serêkaniyê zarokan dike hedef ma çi sûcê wan zarokan heye? Pêwist e mirovên bi wijdan li hemberî êrîşan bê deng nemînin."
 
'Tu carî em nahêlin dijmin xaka me dagir bike'
 
Dayikên bi navê Xanim Şêxo, Emîne Mustefa û Ferhê Remedan wiha bertekên xwe anîn ziman: "Em dixwazin dewleta tirk êrîşên xwe ji ser herêmên me yên bi ewle bibe. Berê carekê me koçberî dît em naxwazin car din koçber bibin û tu carî nahêlin dijmin xaka me dagir bike. Em şer naxwazin, em aramiyê dixwazin. Dewleta tirk çi ji me dixwaze? Nelet lê were."