Mexdûrên 10'ê Cotmehê: Şer ne şerê me ye
- 10:06 11 Cotmeh 2019
- Rojane
ÎZMÎR-Malbatên mexdûr ên 10'ê Cotmehê di panela ku bi boneya 4'emîn salvegera Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de axivîn û gotin:"Em dizanin ew ê dîsa hêsirên dayikan bînin xwarê. Çimkî zarokên wan kirin nava şer. Ev şer ne şerê me ye. Em li dijî operasyona li dijî Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê disekinin."
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de DAÎŞ'ê li Qada Gara Enqereyê komkujî pêk anîbû. Bi boneya salvegera 10'ê Cotmehê li Navenda Çandê ya Adnan Saygun pêşangeha wêneyan û panela bi navê "Di 4'emîn salvegera komkujiyê de têkoşîna Hiqûq û Jiyanê" hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û gelek kes beşdarî panel û pêşangeha wêneyê bûn. Piştî panelê belgefilm hat temaşekirin.
'Wekî dijminan nêzî me dibin'
Di panelê de di destpêkê de Evrim Mak a ku hevserê wê Mesut Mak di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû axivî. Evrîmê got:"Wezîrê Karê Hundur divê berî komkujiyê û piştî komkujiyê peywira xwe bi cih bianiya. Lê em pê hesiya ku peywira wan tenê ew e ku çav berdane rizqê jinebî û sêwiyan. Ji ber ku em bi wan re heman fikrê naparêzin wekî dijminan nêzî me dibin. Lê ev agirê ku wan pêxistine ew ê bibe agirê wan ê dojehê. Em ê ji bîr nekin û wan efû nekin."
'Ew ê dîsa hêsirên dayikan bînin xwarê'
Hava Otur a ku birayê wê Kasim Otur di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da wiha got:"Li Roboskê, Amed, Pirsûs û Enqereyê komkujî pêk hatin. Em êdî naxwazin komkujî pêk neyê. Em dizanin ew ê dîsa hêsirên dayikan bînin xwarê. Çimkî zarokên wan kirin nava şer. Ev şer ne şerê me ye. Em li dijî operasyona li dijî Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê disekinin."







