Sebah Osman: Dîrok niha destanên lehengiyê dinivisîne

  • 11:43 11 Cotmeh 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Endama Koordinisyona Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Sebah Osman çeka xwe hilgirtiye û li kolanên Serkaniyê parastina rewa dike. Sebahê got:"Têkoşîn û îradeya me ji tank, top û balafirên dewleta tirk, xurtir e."
 
Roja Çarşemê ango 9'ê Cotmehê artêşa tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Di encama topbaran û bombebarana balafiran de bi dehan kes birîndar bûn. Niha gelê Serêkaniyê kolanan û taxan diparêzin. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Sebah Osman jî çek hilgirtiye û dest bi parastina kolanên Serêkaniyê kiriye. Sebahê êrîşên dewleta tirk nirxand.
 
'Dewleta tirk bi agahiya hemû dewletan êrîş kiriye'
 
Sebahê got ku êrîşên dewleta tirk dê di rûpelên dîrokê yên reş de cih bigirin û wiha dom kir: "Îro dewleta tirk li ber çav û bi agahiya hemû dewletan êrîş kiriye. Erdogan bêyî ku çiraya kesk jê re were vêxistin nikare tu gavê jî pêş de biavêje. Rast e dibe ku gelek welatan daxuyanî dan, lê divê di piratîkî de ev yek were xuyakirin."
 
'Bi destpêkirina operesyona leşkerî, şerê taybet û derûnî dest pê kir'
 
Sebahê diyar kir ku  dema êrîş dest pê kiriye şerê taybet jî pê re dest pê kir û wiha pê de çû: "Bi destpêkirina operesyonê şerê taybet û derûnî li dijî îrade û berxwedana gelê me hat destpêkirin, lê gel xwedî îsrar bû û ew şerê taybet têk çû û niha kolan kolan û tax bi tax gel çek hilgirtine û diparêzin. Dixwazin îradeya gelê me têk bibin , lê hêviya gelê me bi serkeftinê heye û ew ê serkeftin jî para gelê azadîxwaz be."
 
'QSD/YPJ'ê destanên lehengiyê dinivisînin'
 
Sebahê teqez kir ku îro gel taybet jin û şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê destanên lehengiyê di rûpelên dîrokê de dinivisînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro Şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê û gelê Serêkaniyê li hember hêza duyemîn a Nato yê  şer dike û destanên lehengiyê dinivîsin. Hêza me heye ku em deh welatan jî rizgar bikin. Ji ber ku gelek eger azadiyê bixwaze ne pêkan e ku hewldana wan vala biçe. Dibe ku em berdelên giranbûha jî didin lê azadî wê para gelê me be. Dîrok niha lehengiya şervanan di rûpelên dîrokê de dinivîsine."