Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin serbest berdan
- 12:00 11 Cotmeh 2019
- Rojane
ENQERE - 8 kesên di şermezarkirina operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê, bi armanca şermezarkirina li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwest bi dirûşmeya “Ji şer re na” li Kolana Sakarya çalakî li dar bixe. Lê polîsan mudaxileyî çalakgeran kir û 8 kes bi lêdanê binçavkirin.
Polîsan 8 kesên binçavkiribûn biribûn Qereqola Çanakaya û lêgerîna tazî li wan ferz kiribû. Endamên partiyê yên ev pêkanîn qebûl nekirin li qereqolê carek din hatin derpkirin. 8 kesên ku ji bo rapora tenduristiyê birin nexweşxaneyê, piştî îfadeyên wan ên li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Enqerê qediyan, hatin berdan.







