Jinên DAIŞ'î hewl didin ji Kampa Holê birevin

  • 12:11 11 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên DAIŞ'î yên di kampa Holê ya başûrê kantona Hesekê de, hewl didin tevliheviyê di kampê de derxin da ku ji xwe re derfetê bibînin û ji kampê birevin.
 
Di kampa Holê de bi deh hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞ'ê hene.  Jinên DAIŞ'î yên di kampa Holê ya başûrê kantona Hesekê de, hewl didin tevliheviyê di kampê de derxin da ku ji xwe re derfetê bibînin û ji kampê birevin.
 
Li gor çavkaniyên ANHA'yê yên Kampa Holê ya ku bi deh hezaran jinên DAÎŞ'ê tê de ne tê gotin ku jinên DAIŞ'î hewl didin tevliheviyê di kampê de derxin da ku ji xwe re derfetê bibînin û ji kampê birevin. Çavkaniyan diyar kir ku îro ji saetên sibehê ve tevliheviyê dest pê kir.
 
Çavkaniyeke ewlehiyê jî destnîşan kir ku ew parastina nuqteyên ewlehiyê, koçber, penaber, rêxistin û komeleyên di beşên kampê de ji jinên DAIŞ'î dikin.