Emîne Şêxê: Sîvîl hedef tên girtin
- 13:26 11 Cotmeh 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Dewleta tirk Serêkaniyê bombebaran dike û di encamê de sîvîl jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin. Emîne Şêxê kêliyên hedefgirtina wê û hevserê wê di Serêkaniyê de vedibêje. Emîneyê got:"Dewleta tirk komkujiyan der heqê sivîlan de pêk tîne, ma cîhan nabîne?"
Ji ber top û bombebarana balafirên artêşa tirk gelek kes di nav de jin û zarok jî birîndar bûn. Dayika Emîne Şêxê ku taxa xwe diparast rastî êrîşa dewleta tirk hat û birîndar bû û hevserê wê jî jiyana xwe ji dest da.
'Artêşa tirk zarok, jin û gelê Serêkaniyê bombebaran dike'
Emîneyê diyar kir ku di saetên êvarî de dema ku wan hewl da ye ji ber topên dewleta tirk bidin aliyekî aram, tax rastî êrîşan hatin û wiha dom kir: "Saet di 20:10'ê êvarî de, dîsa dewleta tirk navenda bajêr û Til Helef bombebaran kir, berî çend saetan ji bombebaranê min zarokên xwe şandin derveyî bajêr ji ber ku piraniya wan biçûk bûn. Paşê ji ber topbaran dijwar bûn, min û hevserê xwe hewl da ku em jî derkevin derveyî bajêr."
'Sekwanên tirk em hedef girtin hevserê min jiyana xwe ji dest da û ez jî birîndar kirim'
Emîneyê di dewama axaftina xwe de kêliya ku dewleta tirk ew hedef girtine anî ziman: "Paşê hêdî hêdî em derdiketin, hevserê min bi kurê min re axivî û şeweqa telefonê derket û hemen dewleta tirk a dagirker hevserê min kir hedef. Min xwe avêt ser û wî rast kir hema rih jê çû û jiyana xwe ji dest da, di wê kêliyê de jî Dewleta Tirk min jî hedef girt û lingê min birîndar kirin."
'Bi lingê birîndar zêdetirî 30 deqî bi zikişkê gihaştim şervanan'
Emîneyê diyar kir ku ew bêtirî 30 deqeyan xwe bi erdê re kişandiye û wiha pê de çû: "Piştî ku ez jî birîndar bûm, min hema destmala xwe ji serê xwe danî û pê lingê xwe girê da û li ser zik zêdetirî 30 deqeyan xuşiyame heya herî dawî ez gihaştime cihê şervanên me ku bi şev û roj ranazên û gelê xwe diparêzin. Min gazî şervanan kir, dengê min jî bihîstin û bi hawara min ve hatin. Ez birim malekê ji ber ku şer pir dijwar bû, nedikarîn min rakin nexweşxaneyê. Hinek dermanên xwezayî li lingê min kirin, lê baş nebû. Di saetên sibehê de êdî şervanan şandin peyî amdulansê, hatin ez rakirim nexweşxaneyê û niha bijîşk birînên min derman dikin."
'Erdogan komkujiyan pêk tîne'
Emîneyê di dawiyê ev peyam ji cîhanê re şand:"Dewleta tirk sivîlan hedef digire. Ma çima cîhan çavê xwe digire? Kanî mane hûn dibêjin em mafê mirovan diparêzin? Erdogan sivîlan li Serêkaniyê qetil dike û komkujiyan pêk tîne. Divê cîhan vê yekê bizanibe û bi erkê xwe ve rabe."







