Danişîna doza Rojnameger Meşale Tolu hat taloqkirin

  • 13:45 11 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Danişina doza nûçegîhana ETHA Meşale Tolu û ESP’î jî di navde 27 kesên doz li wan hatibû vekirin, li  29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayana Stenbolê pêk hat. Heyetê danişîn taloq kir. 
 
10'emîn danişina doza nûçegîhana ETHA Meşale Tolu û ESP’î jî di navde 27 kesên doz li wan hatibû vekirin, li  29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayana Stenbolê pêk hat. Di danişînê de kesên girtî û parêzerên wan amade bûn. Dîsa bersûcên serbest Ceren Çoban û Sinan Aktaş li salonê amade bûn. Erkdarên Konsolosyia Stenbol a Almanyayê jî li salonê amade bû. Şahidê nepen Deniz Gülhan bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê bû. Heyetê piştî parastin û îfadeyan doz taloqî 25'ê sibatê kir.