Kongreya Star û Koordinasyona jinê serdana birîndaran dikin
- 14:58 11 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Tevgera Kongreya Star û Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serdana birîndarên ji aliyê dewleta tirk ve hatin topbarankirin, kirin.
Şandeyek ji Kongreya Star û Koordinasiyona Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serdana birîndarên bajarê Qamişloyê yên ku di encama êrîşên topbarana dewleta tirk de birîndar bûn, kirin.
Şandeyê serdana sê nexweşxaneyan kir. Hejmara birîndarên sivîl di nexweşxaneyê de 10 kes bûn. Rewşa tevahî birîndaran jî giran bû. Bi taybet jin Surian Cûlyet Îsa Neqûla ku tevî hevjînê xwe li taxa Bişêriyê ya bajarê Qamişloyê bi topbaranekê bi giranî birîndar bû. Cûlyet a 26 salî di pişta xwe de pir êşiya ye û di encamê de astengdar bû.
Tê zanîn ku dewleta tirk ji 9'ê cotmehê ve operasiyona xwe ya leşkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dest pê kir. Li seranserî sînor bi balafirên artêşa tirk sivîl hedef hatin girtin û bajaran topbaran dike. Ev yek jî di nav bêdengiyek navneteweyî de pêk tê.
Piştî ku şandeyê serdanan xwe bi dawî kir, sersaxî ji birîndaran û malbatên wan re xwestin.







