Lubnanê bertek nîşanî operasyonan da: Em li ba gelê kurd e
- 15:02 11 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lubnanê ji nasnameyên cuda welatî hatin gel hevdu û bertek nîşanî operasyona dewleta tirk a li dijî Rojava da.
Di roja 3'yem a operayona dewleta tirk a li dijî Rojava de bertekên gelên cuda dewam dike. Li Qada Uskuwaya Beyrûta Lubnanê Kurd, Ermenî, Suryanî kom bûn û bertek nîşanî dewleta tirk a li dijî Rojava dan.
Di çalakiyê de peyama piştgiriya ji bo gelê kurd hat dayin.
Her wiha hat diyarkirin ku ew ê çalakî du rojên din jî bidome.







