Li Qamişloyê teqîn pêk hat, sîvîl birîndar bûn
- 16:27 11 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Li taxa Xerbî li kolana mûnir hebib ya bajarê Qamişloyê şaneyên razayî ya DAIŞ'ê yên veşartî teqîn pêk anîn. Di heman demê de Bajarê Qamişlo careke din rastî bombebarana artêşa tirk hat û di encamê de sîvîl birîndar û hinekan jî jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Xerbî li kolana Mûnir Hebib ya bajarê Qamişlo teqîn pêk hat. Di heman demê de artêşa tirk bajarê Qamişlo di van kêliyan de topbaran dike.
Li gorî agahiyan hêzên ewlekariyê cihê buyerê dorpêç kirin û sivîlên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Niha bi sedan kes berê xwe didin nexweşxaneyê da ku xwînê ji bo birîndaran bidin.







