Gelê herêma Firatê ber bi navçeya Xerab Hişkê ve diherike
- 16:52 11 Cotmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa tirk li ser herêmên Bakurê Sûriyê şêniyên herêma Firatê, Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêrezorê ber bi navçeya Xerab Hişkê ya girêdayî Kobanê ve herikîn qadan.
Artêşa tirk ji 9'ê Cotmehê ve Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran û topbaran dike. Şêniyên herêma Firatê, Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêrezorê bi armanca şermezarkirina êrîşan, ber bi navçeya Xerab Hişkê ya girêdayî Kobanê ve herikîn. Wê li qada Ş. Gelhat ya navçeya Xerab Hişkê mîtîngek were lidarxistin.
Li aliyekî din li gorî çavkaniyên me ji me re ragihandî di van kêliyan de artêşa tirk gundê Kazikan yê Rojhilatê Kobanê bi balafirên şer bombebaran dikin.







