Li Serêkaniyê şerekî dijwar diqewime
- 10:30 12 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Di encama bombebarana artêşa tirk de li navenda Serêkaniyê gelek sivîlî jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.
Artêşa tirk di 9'ê Cotmehê de dest bi tevgera êrîşa li ser Rojava kir. Ev bû 4 roj şer û pevçûn li Serêkaniyê dewam dike. Di encama bombebaran û topbarana artêşa tirk a li navenda Serêkaniyê gelek sivîlî jiyana xwe ji dest dane û birîndar jî hene. Ji ber topbaran û êrîşên balafirên şer û balafira bê mirov (keşîf) kes nikare biçe alikariya sîvîlan.
Ji ber di roja 4'an de şer dijwartir bûye û niha şopandina şer dijwar bûye. Bangewazî ji raya giştî ya navnetewî re tê kirin ku bikevin tevgerê û ji bo rawestandina vî şerî helwestek were nîşandan û mirovên sivîl werin parastin û xaka wan nên dagirkirin.
Her wiha artêşa tirk erebeyên ambulansê yên ku berê xwe didin Serêkaniyê da ku birîndaran rabikin, hedef digirin.







