Li Qamişloyê di encama êrîşê de jineke ciwan hat qetilkirin
- 11:49 12 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Li Qamişloyê, di encama reşandina guleyên leşkerên arteşa tirk de jinek hat qetilkirin.
Operasyona leşkerî ya arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didomin. Di encama êrîşan de heta niha bi dehan sivîl birîndar bûn. Di encama reşandina guleyên leşkerên arteşa tirk de jina ciwan a bi navê Îman Îbrahîm a 24 salî hat qetîlkirin.







