Hevşaredarên Nisêbînê çûn serdana esnafan

  • 17:23 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut û endamên meclisa şeredariyê, navçeyê serdana esnafan kirin. 
 
Yek ji cihên ku ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bandor bû jî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ye. Hevşaredarên Nisêbînê Semîra Nergîz û Ferhat Kut û endamên meclisa şaredariyê li navçeyê serdana esnafan û gel kirin û bal kişandin ser aştî û piştevaniyê.  
 
Weltî û esnafan jî diyar kirin ku ew warê xwe naterikînin û xwestin ku demildest êrîş bên rawestandin.