Êrîşên li dijî sîvîlan didomin

  • 19:38 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê teqez kir ku di encama topbarana artêşa tirk ên li ser Serêkaniyê û gundewarên wê ji beriya 6 rojan ve, 75 sivîl şehîd bûne û 450 kes piştî komkujiya duh birîndar bûne.
 
Nexweşxaneya Lêgerîn encamên topbarana artêşa tirk ên li ser bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê yên 6 rojê dawî eşkere kirin.
 
Nexweşxaneya Lêgerîn teqez kir ku tevî şehîd û birîndarên komkujiya ku duh li dijî karwanê sivîlan pêk hat, di nava 6 rojan de 75 sivîl şehîd bûne, her wiha 450 sivîl birîndar bûne, rewşa piraniya wan ne baş e û ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneyên Hesekê.