Ketina Pirsûsê li Parlamenterên HDP'ê hat qedexekirin

  • 19:42 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
RIHA - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku polîsan ketina navçeya Pirsûs a Rihayê li wekîlên HDP'ê qedexe kiriye. 
 
Polîsan ketina parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Nimettula Erdogmuş ya navçeya Pirsûs a Rihayê qedexe kir. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku polîsan ketina navçeya Pirsûs a Rihayê li wê û wekîlên HDP'ê Nîmettullah Erdogmuş qedexe kiriye û destûr nadin biçin navçeya Pirsûsê. Ayşe wiha got: "Niha ketina min û wekilê me yê Rihayê Nîmettulah Erdogmuş a Pirsûsê hatiye qedexekirin. Gelê me ne bi tenê ye. Em heta dawiyê li cem gelê xwe ne!"