Hevşaredarên Gever û Colemêrgê hatin binçavkirin
- 08:48 15 Cotmeh 2019
- Rojane
WAN/COLEMÊRG - Di serdegirtina li malan a li Geverê de gelek kesên ku hevşarear jî di nav wan de hebûn hatin binçavkirin.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê û li navçeya Geverê ya Coelemêrgê di derdegirtinên malan ku vê sibehê hatin kirin de di nav de hevşaredar Yildiz Çetîn û Bayram Çetîn, Endamê Meclisê Erdem Akbaş û hevşaredarên Erdîşê Hîcran Kandemîr û Şakir Asil û kesekî bi navê Bayram Karaca hatin binçavkirin li Geverê jî Hevşaredar Remziye Yaşar û Îrfan Sari û li Colemêrgê jî Hevşaredar Cîhan Karaman hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku kesên hatin binçavkirin birin muduriyeta Emniyetê.







