Topa hewanê li Qoserê ket: 2 kesî jiyana xwe ji dest dan, 12 kes birîndar bûn

  • 13:32 15 Cotmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Topa hewanê li gundê Xerabkort ê Qoserê ket. 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.  
 
Topa hewanê li gundê Xerabkort ê Navçeya Qoser a Mêrdînê ket. Piştî teqînê gelek ambulans û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên hatin cihê bûyer birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Polîs û leşkeran derdora nexweşxanê girtin. 
 
Walîtiya Mêrdînê, derbarê bûyerê de daxuyanî da û diyar kir ku 2 kesan jiyana xwe ji dest  dan û 12 kes jî birîndar bûn.  
 
Xebatkarên çapemeniyê yên xwestin herin cihê bûyer, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.