Dayikên Aştiyê:Nebin amûrên şer

  • 16:03 15 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Meslisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi daxuniyekê bertek nîşanî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û bang li dayikên leşkeran kir ku nebin amûrên şer.
 
Meslisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li avahiya xwe ya Ûnkapaniyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Li eywana civînê pankarta "Ji dayikan şer bipirsin, banga li mirovahiyê" hat daleqandin. Di civînê de li ser navê dayikan Behiye Dûman axivî û bang li Serokkomar kir û jê xwest ku bi kurdan re li ser meseyê rûnê û wiha got: "MHP û Suleyman Soylû şerxwaz in, ji Tirkiyeyê hez nakin. Kurd li wekheviyê û çareseriyê ne. Weke herkesî mafên xwe yên rewa dixwazin. Dixwazin zimanê xwe azad bijîn."
 
'Dawî li êrîşên li ser Rojava bînin'
 
Behiye diyar kir ku Amerîkayê heta îro li cem kurdan cih girtibû û ev tişt anî ziman: "Gelo îro çima pişta xwe didin kurdan. Behiye diyar kir ku bila Tirkiye baş zanibe ku Amerîka hem neyartiya kurdan û hem jî ya tirkan dike û wan bi hev dide kuştin. Em li dijî vê yekê li aliyê aştiyê ne. Em dixwazin ev şer ji Rojava derkeve. Kurdên Rojava qet şerê Tirkiyeyê nekirine û îro jî naxwazin bikin. Tirkiye xesarê dide gelê xwe. Em kurd dê heta qiyametê jî li ber xwe bidin û dev ji mafên xwe bernedin."
 
'Bila zarok nemirin'
 
Dayika Aştiyê Zekiye Ayık jî axivî û ev tişt got: "Ev ne êrîş e dagirkerî ye. Ev neheqî ye û tenê li kurdan nayê kirin. Li Rojhilata Navîn weke kurdan, ermenî, asûrî, ereb û tirk hene. Gelên mezlûm hene. Dixwazin li ser axa xwe bijîn. Balafir û tangên wan tunene. Kesên li aliyê demokrasiyê çawa van qewimîna qebûl dikin. Welatên Ewropa 100 sal e di nav lîstikê de ne. Hemû kesên ku destê wan di vî şerî de heye şermezar dikim. Bila jin û zarok nemirin. Li şûna avê xwîn diherike rêzdar Serokkomar. Bila xwîna leşkeran jî nerijê. Dayikên xweşewîst em zarokên xwe ji bo şer mezin nekin. Ez bang li dayikên leşkeran dikim; kes ji birçîbûna nemiriye, zilm û derew mirovan dikuje. Nebin amûrê vî şerî, nemirin. Di vê demildest herkes dest bavêje vî şerî û rawestîne."