Zarokên Mexmûrê li dijî kuştina zarokan çalakî li dar xistin
- 18:11 15 Cotmeh 2019
- Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Zarokên Wargeha Mexmûrê, li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û gotin: "Îro zarok li Rojavayê dibin qurbana şer û ev tişt rûreşiya cîhanê ye."
Zarokên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyek êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Daxuyanî li dibistana Şehîd Salih Kendal hat dayîn. Daxuyanî ji hêla Jînda Yildiz ve hat xwendin.
Jinda, destnîşan kir ku bang li raya giştî dikin ku bila zarok nebin qurbanê xeletiyên mirovan û wiha gotin: "Divê mezin li dijî komkujiyên zarokan xwedî bi helwestbin. Îro zarokên li Rojava dibin qurbanê lîstîkên şer. Ev rûreşiya desthilatdaran e. Her wiha yên ku şer temaşe dikin û helwest nîşan nadin jî sûcdar in. Şûna ku zarok dibin dengê guleyan de mezin bibin û bên kuştin, divê ji bo zarokan cihaneke bi aram bê avakirin."







