Parlamentoya Kurdistanê li dijî êrîşan banga parastina hevpar kir

  • 18:55 15 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementoya Herêma Federal a Kurdistanê 12 xal ji bo piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qebûlkirin û ji bo alîkarî komkirinê jî hilmeteke nîştîmanî ragihand.
 
Îro parlementoya Herêma Federal Kurdistanê li hev civiya li ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestiyan. Di rûniştinê de li gel piştgiriya siyasî, dîplomatîk û madî bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû fraksyon daxwaza yekrêziya Kurd û derxistina hêzên biyanî ji Başûrê Kurdistanê kirin.
 
Di parlamentoyê de 12 xalên hatin qebûlkirin wiha ye;
 
* Parlemetoya Kurdistanê dijî şere û daxwaz dikin her cûre şerê leşkerî bi dawî were, li dewsa wê rêya çareseriya aştiyane û diyalog bê tercîh kirin.
 
* Em bi tundî êrîş, operasyon û hedefgirtina welatiyên sivîl şermezar dikin. Daxwaz dikin can û malê welatiyan û dezgehên medenî bên parastin.
 
* Parlementoya Kurdistanê ji bo parastina ewlekarî û aştiya navdewletî, li ser esasê peymanên navnetewî, daxwaz ji civaka navnetewî, NY, YE û rêxistinên navnetewî û herêmî dike, hewldanên xwe zêdetir bikin, zextên dîplomatîk siyasî ji bo bidawîna ev şer û operasyona dijî Rojava zêdetir bikin.
 
* Em Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar dikin biqasî hêza xwe, bi hevkarî û hema hengiya rêxistinên navnetewî, hemû amadekariyên pêwîst ji bo pêşwazîkirina penaberên ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe bidin herêmê bikin.
 
* Daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê û dezgeha serokatiyê dikin, bi hemahengiya hikûmeta Federal û aliyên siyasî, bikevin nava hewldaneke dîplomatîk ji bo piştgirîkirina bijardeya aştiyê.
 
* Daxwazê ji Hikûmeta Federal a Iraqê dikin, alîkarî bide saziyên hikûmî yên Herêmê ji bo dabînkirina pêwîstiya penaberên Rojava. Ji bo vê jî ji bûdceyek parek ji bo penaberan veqetîne.
 
* Daxwazê ji konsolosxane û nûnerên welatan ên li Herêma Kurdistanê dikin, hikûmetên xwe ji rewşa Rojavayê Kurdistanê agahdar bikin. Hewl û zetek dîplomatîk çêbikin ji bo rawestandina şer û pevçûnên çekdarî. Pêwîste bijardeya çareserî û guftûgoyê ferz bikin.
 
* Parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo komkirina alîkariyê, hilmeteke nîştîmanî  radigihîne. Daxwazê ji welatiyên herêmê dikin bi erka xwe ya mirovî û dostane rabin. Hemû dezgehên hikûmî û nehikûmî bi hawara penaberan ve biçin.
 
* Parlementoya Herêma Kurdistanê ji rewşa niha gelek nîgerane û metirsî heye ku binpêkirinên dijî mirovahî û guhertina demografya ya li Efrînê kirin, li Grê Spî, Kobanî û Serêkaniyê jî heman tişt pêk bînin. Divê hemû hewldan ji bo wê be ku pêşî li rewşeke vî awayî bê girtin.
 
* Gelê Kurd û gelên Sûriyê mafê wan yê xwezayî, yasayî û demokratîk heye ku di çarçoveyeke dîplomatîk de çareserî ji rewşa Sûriyê re bibînin. Ev jî di çarçoveya rêkeftinên Cenevre, Astana û Neteweyên Yekbûyî yên derbarê Sûriyê de dibe. Piştî rewşa şer li Sûriye mafên netewî, rêveberî, welatîbûn, wekhevî û dadperweriyê di çarçoveya destûra bingehîn a nû ya Sûriyê de divê bê garantî kirin.
 
* Parlementoya Herêma Kurdistanê daxwazê ji hemû hêzên Kurdistanî yên Rojoavayê Kurdisatnê dike, şer û nakokiyên hizbî û îdeolojîk bidin aliyekî, qonaxeke nû ya xebatên hevbeş û di heman eniyê de, li ser esasê berjewendiyên gelê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê bi hev re bixebitin. Li ser esasê bi hev re jiyakirin û diyalogê li dijî terorê bisekinin û êrîşên nû bidin aliyekî.
 
* Bûyerên vê dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê rû didin û vekişîna hêzên hevpeymanî, operasyon û êrîşên li ser çend herêmên Rojavayê Kurdistanê, hemû deskeftiyên li dijî terorê û DAIŞ’ê vala derdixe, dibe sedem ku teror û DAŞ careke din zêde bibe. Ev jî careke din aştî, ewlekarî û aramiya herêm û cîhanê dixe metirsiyê."