Ciwanên Helebê banga seferberiyê kirin

  • 18:57 15 Cotmeh 2019
  • Rojane
HELEB - Tevgera Ciwanên şoreşger a taxa Şêx Meqsûdê bi daxuyaniyekî êrîşên artêşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û banga seferberiyê kirin. 
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger a taxa Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrîşen artêşa tirk a li ser Rojava şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Fêda Hemo ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Gelê me heya vê kêliyê jî li hember êrîşên artêşa tirk a dagirker li ber xwe didin. Em van êrîşên artêşa tirk a li ser Rojava şermezar dikin. Hemû dewletên navnetewî li hember van êrîşên artêşa tirk a dagirker bêdeng in. Ji diroka 9'ê Cotmehê ve êrîşên artêşa tirk a dagirker didome, di van êrîşan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî bûn. Çawa ku dest dirêjî li Efrîn kirin îro jî dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Lê belê gelê me tucaran qirkirin û talan kirinê qebûl nakin û wê heya dawiyê têkoşîn bikin. Em bi rihê têkoşerên azadiyê şoreşa xwe mezin bikin."
 
Daxuyaniya ciwanan wiha bi dawî bû: "Em weke ciwanên şoreşger, em amadene ku derbasê Cizîrê bibin û parastina gelê xwe û axa xwe bikin. Em wek ciwanên şoreşger van êrîşan şermezar dikin û bangawazî li hemû ciwanan dikin da ku tevlî seferberiyê bibin û berê xwe bidin berxwedana rûmetê."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Cizîrê" bi dawî bû.