Li Eyn Îsayê li dijî êrîşan meş hat lidarxistin
- 20:04 15 Cotmeh 2019
- Rojane
EYN ÎSA - Li Eyn Îsayê li dijî êrîşa arteşa tirk meş hat lidarxistin.
Bi tevlîbûna endamên Meclîsa Jinan ên Bajarê Reqayê, Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk li gundê Til El-Simin ê bakur ê girêdayî bajarê Reqayê kom bûn û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê êrîşa arteşa tirk hat şermezarkirin.
Di çalakiyê de nûnerên rexistinan axivîn û bal kişandin ser êrîşan û gotin: "Em bi rêveberiya siyasî û leşkerî ya hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bawerin. Ew piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk dikin."







