ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2019'AN

  • 09:00 16 Cotmeh 2019
  • Rojev
*Êrîşên artêşa tirk ên li ser Rojava ket roja xwe ya 8'an. Li Serêkanî û Girê Spî êrîşên artêşa tirk didomin. Îro roja 8'an e. Hemû rojnamevanên jin kêlî bi kêlî rewşa pêşketinan ji ajans, rojname û televîzyonan re radigihînin. Di komkujiyek ku li Serêkaniyê hat jiyîn de, 2 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dabûn û 4 rojnamevan jî birîndar bûbûn. Tevî zor û zehmetiyan Rojnamevan, pêşketinên Rojava ji hemû cîhanê re ragihandin. Rojnamevanên bi navê Gulîstan Tara û Dilocan Bozî ku her kêliyên êrîşên li ser Rojava tevî hemû zehmetiyan û êrîşan dişopînin gotin:"Em ê jî wekî rojnamevan her kêliyên şer heta hilma xwe ya dawiyê bişopînin."
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star  a Kantona Hesekê Evîn Paşo teqez kir ku bi êrîşîn dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  xeteriya DAIŞ’ê zêdetir dike. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Kantona Qamişlo û Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê êrîşên dewleta tirkl ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û wiha gotin: "Heger were xwestin, em ê li kêleka hêzên xwe şer bikin. Ji bo axa xwe û rûmeta xwe em ê her dem li berxwe bidin." DÎMEN HEYE
 
*Gelek malbatên Nisêbînê, piştî êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçî navçeya Cizîrê bûn. Malbatan daxwaza sekinandina şer kirin û wiha gotin: "Em dîsa tên kuştin û em dîsa koçber in." DÎMEN HEYE 
 
* Nûnerên partiyên siyasî û saziyên Edeneyê diyar kirin ku operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember destkeftiyên şoreşa jinan e. Endama Piştevaniya Mor Pelîn Çîçek got: “Ev şer tê wateya zindîkirina DAIŞ’ê û tunekirina destkefiyên jinan. Divê em hemû li dijî vê bisekinin.”
 
* Meral Daniş Beştaş ya HDP’yî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin nirxand û got: "Di sedsala 21’an de li dijî Kurdan neheqiyeke dîrokî tê ferzkirin. Li dijî vê pêkanîna li hember Kurdan çi dibe bila bibe divê cîhan ligel Kurdan cih bigire, ligel têkoşîna wan be.” DÎMEN HEYE 
 
*Ji aliyê Jin bi Hev re Xurtin bi dirûşmeya ‘Demildest Kuştinên Jinan Rawestînin’ kampanya hat destpêkirin û ji aliyê platform û rêxistinên jinan ve piştgiriyek mezin dît û ji her bajarî deng bilind dibe. Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Serîn, banga tevlîbûna kampanyayê kir û got: “Werin em jiyan û mafên xwe bi hev re biparêzin.” DÎMEN HEYE 
 
*Endamên Platforma Koçberiyê ku li Nisêbînê lêkolîn kirin, diyar kir ku bombebaran bi armanca koçberkirinê hatiye kirin û got li navçeyê bi operasyonê re koça hatiye destpêkirin, ji bo demekê ye û wê vegerin. DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava nirxandin kir. Zelalê diyar kir ku di rojên wiha dîrokî de pêdivî herî zêde bi yekîtiyê re heye û wiha got: "Ger em di berxwedana rûmetê de bi ser bikevin em ê di tevahî şerê Sûriyeyê de bi ser bikevin. Em ji bo tevahî gelên Sûriyeyê hene, şerê me şerê rûmetê ye. Em ê dagirkeriya tirkiyeyê têk bibin."DÎMEN HEYE