'Ji bo jiyanek azad û bi rûmet em ê li ber xwe bidin'
- 09:04 16 Cotmeh 2019
- Rojane
Rojda seydxan
QAMIŞLO - Hevseroka Kantona Qamişlo û Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê êrîşên dewleta tirkl ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û wiha gotin: "Heger were xwestin, em ê li kêleka hêzên xwe şer bikin. Ji bo axa xwe û rûmeta xwe em ê her dem li berxwe bidin."
Dewleta tirk ji 9’ê cotmehê ve û heta vê kêliyê êrîşî ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Her wiha di encamê de gelek jin û zarok birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê Hevseroka Kantona Qamişlo û Endama Meclisa giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê axivîn.
Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yusif bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û bêdengiyên dewletên navneteweyî û wiha got: "Em di pêvajoyek pir hesas û girîng de derbas dibin. Dewleta tirk bi şerekî pir giran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Her wiha li aliyekî din jî bêdengiyek navneteweyî tê meşandin, ji ber wê em nikarin dewleta tirk tenê berpisyarê van êrîşan bibînin."
'Jin bi hêz û vîna xwe li ber xwe dide'
Perwînê di nava axavtinên xwe de got ku dewleta tirk dixwaze her tim îradeya jinan bişkîne û wiha axaftina xwe domand: "Armanca dewleta tirk a Hevrîn Xelef ew e ku vîna jina kurd a azad têk bibe. Lê jin bi hêz û îradeya xwe li ber xwe dide û serî ji tu kesî re natewînin. Her wiha em soza şopandina riya şehîd Hevrîn Xelef dikin."
'Bersiva herî mezin ji dijmin re wekheviya gelan e'
Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Stêristan Hacî wiha got: Ev 6 roj in ku dewleta tirk êrîşan li ser xak û gelê me dike, tevî ewqas êrîş û komkujiyan gelê me li berxwe dide û parastina xwe dikin. Em her û her dibêjin Hêzên Sûriyeya Demkeratîk (QSD) pêşeroja me ne. Di 13’cotmehê de artêşa tirk a dagiker, dema gelê Cizîrê çû Serêkaniyê ji bo piştgira gel bombebaran kir û dehan mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Tevî wê komkujiyên dewletên navneteweyî bêdeng in û tenê mêze dikin. Em hemû pêkhateyên li vir yek in û armanca me wekheviya gelan e. Bersiva herî mezin ji dijmin re wekheviya gelan e. Ji bo jiyanek azad û bi rûmet em ê li ber xwe bidin."







