Malbatên ji Nisêbînê hatin Cizîrê: Dîsa em tên kuştin û em koçber in

  • 09:05 16 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Gelek malbatên Nisêbînê, piştî êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçî navçeya Cizîrê bûn. Malbatan daxwaza sekinandina şer kirin û wiha gotin: "Em dîsa tên kuştin û em dîsa koçber in." 
 
Bi destpêkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek malbatên li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê ku li ser xeta sînor diman koçberî deverên cuda bûn. Gelek malbatên ji vir koçber bûn hatin navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê. Malbatên koçî li van deran bûn jî, bi piştgiriya kesên kampanyaya "malên bêkirê" dest pê kir di hin avahiyan de bi cih bûn. 
 
‘Erdogan vî şerî zanebûn pêk tîne’
 
Malbata Çiftçî jî yek ji van malbatên ku li Cizîrê bi cih bûye ye. Şukran Çîftçi ji taxa Yenîşehîra Nisêbînê 4 roj ewilî bi 7 zarokên xwe re hat Cizîrê. Şukran, şerê hatiye destpêkirin şermezar kir û got ku di vê şerê de dîsa gelê Nisêbînê bûye qurban. Şukran, ragihand ku bûyera teqîna ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dabû li ber çavên wan qewimî ye û wiha axivî: "Ev gule ji aliyê leşkeran bi zanebûn hatin avêtin. Erdogan vî şerî bi zanebûn pêk tîne. Ewlehiya me nemabû. Ji ber vê heta şer bisekine em ji Nisêbîne derketin."
 
‘Em dîsa tên kuştin û em dîsa koçber in' 
 
Şukran, bal kişand ser pevçûnên wextê qedexeyên derketina kolanan a beriya 4 salan li bajêr hatibû îlankirin û wiha berdewamî da axaftina xwe: "Wê demê jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Em wê demê pêrîşan bûbûn. Ji ber ku em dihatin kuştin wê demê jî em neçar man axa xwe biterikînin. Em niha heman tiştî dijîn. Em dîsa tên kuştin û em dîsa koçber in. Me hîn birînên xwe yên beriya 4 salan nepêçiya şerek din dest pê kir. Em naxwazin êdî ji ji me bê kuştin. Em naxwazin dev ji ax û mala xwe berdin.”
 
‘Şer bidin sekinandin’
 
Şukran, spasiya xwe ya pêşkêşî gelê Cizîrê ku deriyê xwe ji wan re vekiriyê ye kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Cizîrê rewşa me gelek baş fêm dike. Ji ber ku beriya 4 salan heman tişt hat serê wan. Em dibêjin hîn ne dereng e vî şerî bidin sekinandin. Ger ev şer wiha berdewam bike dê gelek kes jiyana xwe ji dest bide. Dema şer sekinî em ê dîsa vegerin bajarê xwe."
 
‘Di vê şerê de zarokên me jê bandor bûn’
 
Nurcan Akbaş a dayika 7 zarokan e û li Cizîrê bi cih bûye jî destnîşan kir ku vî şerî bandora herî mezin li ser zarokan çêkiriye. Nurcan, diyar kir ku ew ji ber dengê bombebaranê û çekan nikaribûn êvaran rakevin û wiha axivî: "Her wiha zarokên me ditirsiyan. Ji şûna xwe ranedibûn. Ji ber dengê guleyan derûniyan zarokên me xirap bûbû. Ji ber vê em hatin Cizîrê." Akbaş got ku ew şer naxwazin û wiha berdewam kir: "Xwesû û xwezûrê min bi me re nehatin. Nexwastin dev ji axa xwe berdin. Bes e ev qas kes hatin kuştin. Em naxwazin dûbare heman tiştî bijîn. Ew doza çi li me dikin? Ew çi ji me kurdan dixwazin? Em dixwazin şer bisekine û em vegerin ser axa xwe."