'Hûn jî li dijî şer gotina xwe ya dawîn bibêjin'

  • 09:33 16 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - 2'emîn Mîhrîcana Şanoyê ku li Wnaê di 10'ê Cotmehê de hatibû diyarkirin ku wê di 20'ê Cotmehê de bi dawî bibe, ji ber êrîşên li ser Rojjava zûtir hat bidawîkirin. Perînaz Delazy ya ku di roja 6'emîn a mîhrîcanê de axivî got: "Hûn jî li dijî şer gotina xwe ya dawîn bibêjin." 
 
2'emîn Mîhrîcana Şanoyê ku ji aliyê Şanoya Mecelê ve li Wanê di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma, "Tu jî gotina xwe ya dawîn bibêje" hatibû destpêkirin û hatibû diyarkirin ku wê di 20 'ê Cotmehê de bê bidawîkriin, ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava di roja 6'emîn de hat bidwîkirin. Di çarçoveya mîhrîcanêde ji ali koma Teatra Nupelda ve lîstika bi navê " Du jin du lîstikvan" hat pêşandan. Lîstk ji aliyê temaşevanan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. 
 
 Ji koma Şanoyê ya Mencelê Perînaz Delazy wiha got: "Me 2'emîn mîhrîcana xwe ya bi dirûşma 'Li ser dika heqîetê tu jî replîka (gotina) xwe bibêje' pêk anîn em di şertên zaro de û bi xebateke hevpar hatin roja 6'emîn a mîhrîcanê. Wekî hûn jî dizanin li ser Rojava êrîş heye û jin û zarok di nav de kesên sivîl tên qetilkirin. Herçend û di navbera me û Rojava de sînorekî bê wate hebe jî em kurd yek in.  Dema êrîşî Rojava dikin dilê kurdên li Bakur, Rojhilat û Başûr diêşe.  Em şanogerên kurd li dijî van êrîşan e û şermezar dikin. Em naxwazin mirov bimirin. Ji ber êrîşên li ser Rojava mîhrîcana me ya ku dê heta 20'ê cotmehê bidomande me bi dawî kir." Perînaz a ku got, "Hun jî li dijî şer replîka xwe bibêjin" bang li her kesî kir ku li dijî vî şerî serî hildin.