Endamên nû yên Saziya Malbatên Şehîdan ên Mexmûrê sond xwarin

  • 11:06 16 Cotmeh 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) endamên nû yên ku di konferansa Saziya Malbatên Şehîdan de hatin hilbijartin sond xwarin.
 
Li Wargeha Mexmûrê di konferansa 27'ê mehê de hat li darxistin de endamên nû yên ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin  îro li Saziya Malbatên Şehîdan sond xwarin. Di despêkê de deqeyek rêzgirtin ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin û paşê endaman bi hev re sond warin ku erkê xwe bi dil û can bi cih bînin.