Derbarê Nedim Şener ê ku heqaret li Eren Keskîn kir serîlêdana sûc hat kirin
- 11:40 16 Cotmeh 2019
- Rojane
STENBOL- Derbarê Nedim Şener ê ku heqaret li parêzvana mafên mirovan û parêzer di heman demê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn kir bi hinceta "heqaret kiriye û ewlehî kiriye xetereyê" serîlêdana sûc hat kirin.
Eren Keskîn, Nedim Şener ê ku navê wî li ser bombeyên li dijî Rojava dihat bikaranîn hat nivîsandin, rexne kiribû. Li dijî vê rexneyê Nedim Şener di 12'ê Cotmehê de di bernameya televiyonekê de, heqaretên giran li Eren Keskîn kir. Nedim di bernameya televizyonê de wiha got:"Eren Keskîn a bê şeref çawa twitek wiha parve dike û dibêje Nedim Şener dijminê Kurda ye. Tu çi namerde ku tu twitek wiha parve dike."
Di serîlêdana sûc a ku li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê hat kirin de hat xwestin ku Nedim Şener bê darizandin.







