Xwendekarên Mexmûrê êrîş şermezar kirin
- 12:53 16 Cotmeh 2019
- Rojane
MEXMÛR - Qomîteya Perwerda û Hînkariyê ya wargeha Mexmûrê êrîşên arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyiê bi daxuyaniyekê girseyî şermezar kir û gotin: "Di encama êrîşan de sivîl li ser rêyan tê kuştin, tên rewandin û dest datînin ser mal û milkên wan."
Qomîteya Perwerde û Hînkarî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrîşên arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê girseyî şermezar kirin. Daxuyanî bi beşdarbûna hemû xwendevanê dibistana seretayî, navîn û amadeyî dest pê kir. Daxuyanî ji hêla xwendekara dibistana Amadeyî Rêjîn Kara ve hat xwendin.
'Cihên sivîl tê bomberan kirin'
Di daxuyaniyê qala êrîşên li hemberî sivîlan hat kirin û wiha hat gotin: "Dewleta tirk li Rojavayê Kurdistanê bêyî ku cudahî bixwe di navbera jin, zilam, biçûk û mezinan de qirkirinê pêk tîne. Êrîşên dewleta Tirk tevayî beşê civakê digire nava xwe. Heta niha bi dehan siyasetmedar, rojnamevan û bi sedan mirovên bê guneh hatin qetilkirin. Bi sedhezaran mirov ji bo xwe ji êrîşên hovane yên dewleta Tirk rizgar bikin dest ji malên xwe berdane û koçber bûne bi deh hezaran xanî bi destê dewleta Tirk hatine wêrankirin. Bê navber cihê sivîla tê bombaran kirin."
'DYA, Rusya û Tirkiye li hev kirin'
Di daxuyaniyê de qala têkiliyên DYA, Rusya û Tirkiyeyê wiha hat kirin: "Dewleta tirkiye ji tuxubê Iraqê heta Minbicê bi çekên giran komkojiyê pêktîne. Lê mixabin ev komkojî bi erêkirina DYA, Rusyayê ket meriyetê. Her çiqas carna xwe nerazî didin nîşandin jî hevkarên vê qirkirinê ne. Ji ber em tu caran bawer nakin ku dewleta Tirk ya têkçûyî bê destûra Amerîka û Rusyayê vê êrîşê pêk bîne."
Daxuyaniya xwendekarên Mexmûrê wiha bi dawî bû: "Ji ber vê sedemê em weke penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, mamosta û xwendekar, dewleta tirk, Amerîka û Rusyayê bi tundî şermezar dikin. Ji komkujiyan her du hêz berpirsin. Li vir em bang li cîhanê jî dikin divê bê zanîn ku di aliyê tundrewî û bê exlaqiyê de tu cudahî di navbera Erdogan û Ebubekir Bexdadî de nîne. Her wiha hovîtiya artêşa Tirk yên ku îro weke çeteyên Erdogan tê zanîn ji hovîtiya DAIŞ'ê ne kêmtir e. Weke ku em dibînin dewleta tirk kesên sivîl yên li ser rêyan dikujîn, direvînîn û dest di danin li ser mal û heyînên wan."







