Nûçegîhanê Çira Tv'yê û 2 têkoşer li Qamişloyê hatin oxirkirin

  • 12:57 16 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi hezaran Şêniyên Qamişloyê nûçegîhanê Çira Tv Mihemed Hisên Reşo û 2 tekoşerên azadiyê bi merasimek girseyî li goristana Şehîd Delîl Saroxan, oxir kirin.
 
Bi hezaran Şêniyên Qamişloyê û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, cenazeyên Nûçegîhanê Çira Tv Mihemed Hisên Reşo ku di encamê êrîşa dewleta tirk de bi balafirên li ser sivîlên herêma Cizîrê jiyana xwe ji dest da û du tekoşerên ku di şerê li dijî dewleta tirk ên li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dan, oxir kirin. Navê têkoşeran wiha ye: Mihemed Hisên Reşo, Demhat Gûnebakan, Agir Qamişlo.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrinê axavtin hat kirin. Her wiha li ser navê Tevgera Komînîst a Şoreşger Bêrîtan Asya û li ser navê Çapemeniya Azad Sîpan can axivîn. Di axaftinê de sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwestin û gotin: "Tekoşerên Riya azad û şopdarên heqîqetê tu carî namirin, li ser şopa wan em ê têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
Paşê wesîqeya şehadetê hat xwendin û teslîmê malbatan hat kirin. Her wiha  birayê Şehîd Mihmed jî axaftin kir û li dengê bavê Mihemed li ser telefonê hat guhdarkirin. 
 
Di dawiyê de bi dirûşma "Şehîd Namirin" li ser milan bi tililiyên dayikan cenaze sipartin axê.