Li dijî êrîşan netewên Ereb li Çilaxayê meşiyan
- 13:23 16 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, bi dirûşma "Axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bibe goristan ji Erdogan û çeteyên wî re" netewên Ereb li bajarê Çelaxayê meşek li dar xist.
Netewên Ereb li bajarê Çilaxa yê navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava daketin qadan. Meş bi tevlîbûna bi sedan ji endamên sazî û dezgehên civakî û eşîrên ereban yên bajêr pêk hat. Meş ji destpêka bajêr dest pê kir û li nava bazarê hat rawestandin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin.
'Berxwedan jiyana bi rûmet e'
Li ser navê Meclîsa Bajêr Hevseroka Meclisê Sûheyla Şemo, li ser navê Kongreya Star Endama Koordinasyona Kongreya Star Hediya Şemo axivîn û gotin: "Her çiqas pilanên dagirkeriyê mezin bin, vîn û hêza me ji hemû armancên wan mezintirin. Em weke netewên Ereb piştgirtiya berxwedana şervanên xwe dikin û tu carî em rê nadin ku axa me were dagirkirin. Nexşeya xweşikbûna wekheviya gelan ji pilanên dagirkeriyê mezintir e. Em gelê herêmê bi yek ruhî em ê li ber xwe bidin. Berxwedan jiyana bi rûmet e."
Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.







