Li Hezexê polîsan êrîşê HDP'yiyan kir
- 13:26 16 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li Hezexê, polîsan êrîşê daxuyaniya li hemberê şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin dihat kirin kir. Hilbijêrên HDP'yî û gelek welatî ji ber êrîşê xeriqîn.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, polîsan bi ava şid û gazê mudaxaleyî daxuyaniya li hemberê şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin dihat kirin kir. Di nav de Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredara Hezexê Songul Erden jî heyî gelek kes ji bo daxuyaniyê li avahiya partiyê kom bûn. Di vê keliyê de avahiya partiyê ji aliyê polîsan ve bi dehan maşineyên zirxî hat dorpêçkirin.
Polîsan, hinceta "qedexeya" Walitiyê ya li ser çalakiyan nîşan da û got ku dê destûrê nedin daxuyaniyê. Endamên partiyê û welatî ligel vê yekê jî derketin derve û dest pê daxuyaniyê kirin. Di vê keliyê de polîsan bi ava şid û gazê êrîşê komê kirin.
Di êrîşê de Parlementer Nûran û hevşaredar Erden jî tê de gelek kes xeriqîn. Ji bo kesên xeriqîn bangî ambulansê kirin.
Li ber avahiya partiyê alozî berdewam dike.







