Jinên ji Siwêdê: Hevrîn têkoşereke aştiyê bû
- 13:57 16 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakgerên jin ên Siwêdê ya Sûriyeyê qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef şermezar kirin û gotin: "Hevrîn Xelef jineke azad û têkoşera aştiyê bû me winda kir û bû sembola Sûriyeyê."
Jinên parêzgeha Swêda ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef şermezar kir.
'Sivîl tên qetilkirin'
Di daxuyaniya jinan de hat destnîşan kirin êrîşên li hemberê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne qanûniyê û wiha hat gotin: "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyeyê û li ser Bakur û Rojhilatê Firatê, ne qanûnî ye, nîşana hovîtiya dewleta Tirk û hevkarên wê di qetilkirina zarok, jin û sivîlan de ye. Her wiha armanc ne li dijî komên DAIŞ`ê bû, armanc li dijî gelê Sûriyeyê êrîş pêk hat."
'Heqerat lişaristanî û mirovahiyê kirin'
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku êrîşkariya dewleta Tirk li ser gelê Sûriyeyê û jinên Sûriyeyê binpêkirina hemû zagonên navneteweyî û pîvanên mirovahiyê ye û got: "Nîşana vê yekê şehîdxistina çalakger, mafnas, endezyara ciwan, sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef e ku bi kemîneke artêşa Tirk ew şehîd xistin û pê re jî heqaret li aştî, şaristanî û mirovahiyê kirin."
'Hevrîn Xelef bû sembola Sûriyeyê'
Jinan da zanîn ku wek çalakgerên qadê û çalakgerên serbixwe yên parêzgeha Siwêdayê qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef şermezar dikin û wiha gotin: "Jineke azad, têkoşera aştiya di oxira Sûriyeya pêşerojê de winda kir. Her wiha em soz didin ku ew ê her sax be û sembola têkoşîna jinên hezkiriyên jiyana birûmet, Sûriyeyê aram a gelê Sûriyê û jinên Sûriyê be. Em sersaxiyê ji xwe re û ji hemû gelê Sûriyê û jinên Sûriyê re dixwazin. Em vê sûcdariya hovane şermezar dikin û bang li Tirkiyeya dijmin dikin ku yekser êrîşên li ser xaka Sûriyê rawestîne. Di dawiyê de em soz didin ku şehîd Hevrîn Xelef sembola Sûriyeyê û dê her sax bimîne."







