Li Serêkanî û Tiltemirê şer dijwar e

  • 16:08 16 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Artêşa tirk hewil dide bikeve gundê Alya ku girêdayî bajara Tiltemirê ye. Şervanên QSD'ê bersivê dide êrîşan. Li gor çavkaniyên herêmî gelek kuştiyên artêşa tirk hene. 
 
Atêşa tirk hewil dide bikeve gundê Alya ku gêrêdayî Tiltemirê ya ku girêdayî Kantona Hesekê ye. Şervanên QSD'ê li wan dide û êrîşa artêşa tirk dişkê. Şer û pevçûn berdewam e. 
 
Her wiha artêşa tirk  hewil dide bikeve gundê Menacir a girêdayî bajarê Serêkaniyê û şervanên QSD'ê êrîşa li wir dişkînin û kuştî û birîndarên dewleta tirk hene. 
 
Navenda Serêkaniyê jî a niha bênavber bi kordîna balafirên bê mirov (Keşîf) bi obîs û topan tê topbarankirin.
 
Her wiha gundê Ebu Sira û Ebu Refa ku girêdayî bajarê Eyn Îsa ne, dewleta tirk û komên girêdayî wê topbaran kirin û gelek sivîlî jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî hene. Niha jî birîndar rakirin nexweşxaneya Reqayê.