Li hember êrîşan Meclîsa Şehbayê daxuyanî da

  • 16:52 16 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava Meclîsa Kantona Şehbayê li navenda navçeya Fafînê daxuyanî da.
 
Artêşa tirk ji 9'ê cotmehê ve êrîşî Rojava dike. Meclîsa Kantona Şehbayê li navenda navçeya Fafînê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava şermezar kirin. Hemû endamên Meclîsa Kantona Şehbayê di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Şehbayê Ehmed Selemê ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Piştgiriya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji berxwedana rûmetê re encamên serkeftinê bi xwe re tîne. Armanc û daxwaza Erdogan tunekirina mirovahiyê ye. 
 
Piştî tunekirina terora DAIŞ'ê, dewleta Tirk car din xwest ku çeteyên DAIŞ'ê rizgar bike û ji nû ve vejîn bike. Ev êrîşên ku di dîroka 9'ê Cotmehê de, tenê tunekirina yekbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Dewleta tirk dibêjin em ê koçberan li Rojava bi cih bike lê ya ku tê xwestin bê kirin ew e ku dewleta tirk dixwaze kurdan qir bike û demografiya Rojava biguhere.
 
Weke gelê Şehbayê em ê, li hember van êrîşan bisekinin û piştgiriyê bidin Berxwedana Rûmetê."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.