Li Serêkaniyê çekên qedexe tên bikaranîn

  • 18:36 16 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ- Êrîşên Atêşa Tirk ên li dijî Rojava berdewam dikin.  Li Serêkaniyê şer ket nava bajêr û hat ragihandin ku di van kêliyan de şer giran bûye. 
 
Artêşa Tirk  ji 9'ê cotmehê ve bi hemû teknîka xwe êrîşî roavayê Kurdistanê dike.  Li Serêkaniyê ku şer êdî di nava bajêr de berdewam dike Artêşa Tirk bi hemû hêza xwe êrîş dike û berxwedana li dijî van êrîşan jî berdewam e. Êrîş bi balafir, tang, obîs, katuşa û çekên qedexe yên wekî fosforê tên kirin li Serêkaniyê û derdora wê û bi bikaranîna van çekên qedexe sûcê şer tê kirin. 
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin hat ragihandin ku êrîş li nava bajêr berdewam dikin û QSD bi tundî bersîva van êrîşan dide. Herwiha ji aliyekî din ve jî hat aşkerakirin ku di encama van êrîşan de gelek kuştî û birîndar hene. 
 
Kesên sivîl bûn hedefa êrîşan
 
 Li gorî agahiyên ji çavkaniyên li herêmê hatin bidestxistin hat ragihandin ku herî zêde sivîl di hedefa van êrîşan de ne û gelek kesên sivîl ku hejmara wan nayê zanîn jiyana xwe ji dest dane û birîndar jî hene.Şêniyên ku di bajêr de mane bûn hedefên balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker û birîndarên sivîl û şehît jî hene. 
 
Hat ragihandin ku li gel êrîşên tên kirin êrîşkar nahêlin ku doktor jî xwe bigihînin Nexweşxaneya Serêkaniyê û ambûlans jî dibin hedefa balafirên şer ên Artêşa Tîrk.