Partiya Çep a Elmanyayê ji bo Rojava bang li hikûmeta federal kir

  • 20:18 16 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meclîsa Federal a Elmanyayê bang hate kirin û parlementerên Partiya Çep xwestin ku li hemberî Erdogan zextên encamgir werin kirin.
 
Bi serlêdana Partiya Çep li hemberî êrîşên dewleta tirk li Meclîsa Federal rûniştineke taybet hate kirin. Li ser navê Partiya Çep Sevîm Dagdelen axivî û bêhelwestiya hikumeta federal a li hemberî Tirkiyeyê bi gotinên tund rexne kir.
 
Sevîm a ku bi awayekî tund hikûmta federal rexne kir, diyar kir ku piştî êrîşa Erdogan a li dijî Efrînê Tirkiyeyê careke din qanûnên navneteweyî bin pê kirine û got ku di demên dawîn de Elmanyayê  bi 1,4 milyon eûro çek firotine Tirkiyeyê.
 
Li ser navê partiya desthilatdar a CDÛ/CSÛ Johanne Davîd Wadephûl jî diyar kir ku  Tirkiyeyê qanûnên navneteweyî bin pê kirine û divê Artêşa Tirk êrîşên xwe bi dawî bike.