ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2019'AN

  • 09:00 17 Cotmeh 2019
  • Rojev
* Jinên Kobanê helwestên xwe di derbarê êrîşên artêşa tirk ên li ser Rojava de nîşan dan û gotin: "Em ê her tim xeta berxwedanê ji xwe re hilbijêrin û em ê bi ser bikevin." DÎMEN HEYE
 
*Pêşkêşvana Radyoya Sewt El-Heyat Rewan Şêxo hedefgirtina dengê rastiyê û şehadeta 2 Rojnemevanan nirxand. Rewanê soza xwe nû kir û got:"Em ê bibin dengê heqîqetê û pênûsa ku destanên lehingeyê li ser  rûpelên dîrokî dinivsînin."DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêvberiya Kongereya Star Zeyneb Efrîn teqez kir ku dîrok lehengî û têkoşîna jinên Rojava dinivîsîne û got: "Bi rihê yekîtiyê, dê berxwedana rûmetê bi ser bikeve."DÎMEN HEYE
 
*Nêrazîbûnên li dijî êrîşên arteşa tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Derhêner û lîstîkvana Kurd Şebnem Yusifî têkîldarî mijarê de diyar kir ku  êrîş li hemberî destkeftiyên Kurdan pêk tê. DÎMEN HEYE 
 
*Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê diyar kirin ku Hevrîn kesayeteke demokrat û aştîxwaz bû û gotin: "Em ê xwesteka Hevrîn Xelef a pêkanîna projeya Netewa Demokratîk pêk bînin. Em ê şopdarî rêya Şehîd Hevrînê bin." DÎMEN HEYE
 
*Nerazibûnên li dijî êrîşên dewlata tirk yên li ser Rojava roj bi roj zêde tir dibin. Doktorên li bajarokê Xanesorê yê girêdayî Şengalê êrîşên li ser Rojava şermezar kirin, gotin dewlata tirk bi hemû hovîtiya xwe êrîşî sivîlan dike û ev bang kirin: "Werin em bi hev re xwedî li Rojava derkevin." DÎMEN HEYE
 
* Rojnameger Nadîre Mater di opersayona Tirkiyeyê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zimanê ku çapemeniya alîgir bikar tîne rexne kir û wiha got: “Em nebin kirdeya dezenformasyon, manîpulasyonê."
 
*Şêniyên bajarê Serêkaniyê û Dirbêsiyê ku ji ber topbaran û bombebarana dewleta tirk neçarî derketinê bûne êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û wiha gotin: "Em pişta xwe nadin hêza  Emerîka, Rûsiya û ne jî ya tu dewletek din. Baweriya me bi hêza  şervanên me heye. Em ê bi ser bikevin û dagirkeriyê têk bibin. "DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsên TJA’yê diyar kir ku arteşa tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên jin û gelan hedef digire û wiha gotin: “Îro Tirkiyeyê bêdengiyek mezin heye. Divê demokrat, şoreşger, çepgir û sosyalîstên li Tirkiyeyê bêdeng nemînin. Em di hilbijartinê hêrêmî de ji CHP’ê re bûn destek. Lê îro CHP bû hevkarê operasyonê." DÎMEN HEYE 
 
*Ekolojîstan operasyona ku Tirkiyeyê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin nirxand û diyar kir ku şerên tên meşandin de bi qasî windabûna sivîlan, gelek zindiyên xwezayê jî bi qadên jiyana xwe re tên qetilkirin. 
 
*Seroka Giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş diyar kir ku divê li dijî bindestkirina Gelê Kurd û wêrankirina herêmên kurd her kes bêje ‘na’ û der barê hevsengiya li Sûriyeyê guheriye jî bi lêv kir ku xeyala AKP’ê ewe ku li herêmê xwe mayînde bike, lê ev xeyala wê jî têk çûku. Aboriya Tirkiyeyê jî her ku diçe beber bi têkçûnê ve diçe. 
 
*Li taxa Kişla ya Nisêbînê ku li ser sînor e, tevî hemû hişyariyan, kes ji malên xwe dernakeve û şêniyên taxê diyar kirin ku li şûna xaniyên xwe yên ku sê sal berê dîsa hatibûn hilweşandin ji nû ve xanî çêkirine û gotin:" Hîna temam nebûne  dîsa bi hilweşînê re hatine rû hev." BI DÎMEN
 
* Cîgira Meclîsa Tenfîzî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elîzabet Gewriya, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandinên girîng kir û got: "Erdogan dixwaze Sûriyeyê dagir bike û dewleta xwe ya osmanî li ser xwîna mirovên bê sûc ava bike. Em ê heta dawiyê rûmeta gelê xwe biparêzin."DÎMEN HEYE