Jinên Kobanê: Em ê xeta berxwedanê ji xwe re hilbijêrin

  • 09:03 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Jinên Kobanê helwestên xwe di derbarê êrîşên artêşa tirk ên li ser Rojava de nîşan dan û gotin: "Em ê her tim xeta berxwedanê ji xwe re hilbijêrin û em ê bi ser bikevin."
 
Artêşa tirk di 9'ê Cotmehê de êrîşî Rojava kir. Di encama bombebaran û topbarana artêşa tirk de gelek sivîlî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Li hember hemû êrîşan gel berxwedana xwe didomîne û li ser piyan in. Di vê çerçoveyê de jinên Kobanê bertekên xwe nîşan dan. 
 
'Zarokên kurdan bi berxwedanê mezin bûne'
 
Cîhan Mihemed bal kişand ser êrîşên artêşa tirk û wiha domand: "Ev şerê ku li ser kurdan tê meşandin, ne cara yekem e. Armanca dagirkeriyê qirkirina kurdan e, lê kurd tune nabe û zarokên kurdan bi berxwedanê mezin bûne. Niha em li kolanên Kobanê rûniştine û taxên xwe diparêzin. Îro dewlet li hev kombûne û xwîna kurdan dirijînin, lê xwîna kurdan tu carî nayê firotin. Em biryardar in ku dev ji Kobana xwe bernedin."
 
'Em ê her tim xeta berxwedanê ji xwe re hilbijêrin'
 
Fatma Mihemed jî êrîşên artêşa tirk şermezar kir û wiha domand: "Em tu carî dev ji Kobana xwe bernadin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û xaka xwe biparêzin. Erdogan çi ji me dixwaze? Heta kengî ew ê êrîşî me bike? Em ê her tim xeta berxwedanê ji xwe re hilbijêrin û di dawiyê de em ê bi ser bikevin."
 
‘Em ê xwîna xwe ji bo axa xwe birjînin’
 
Dayika bi navê Elya Muhemed jî wiha berteka xwe li hember êrîşan nîşan da: "Em ji bajarê xwe dernakevin û em ji Erdogan natirsin. Em ê xwîna xwe ji bo vê axê birjînin û em ji axa xwe dernakevin. Şêniyên Kobanê hîna di nava bajêr de li ber xwe didin û em koçber nabin. Em ê bi berxwedana xwe êrîşên Erdogan têk bibin û serkeftin wê para me be. Dijminên Gelê Kurd pir in me tu zirar negihandiye tu kesî ew çi ji me dixwazin çima êrîşî me dikin? Ev ax, axa dê û bavên me ne. Tu carî em dev jê bernadin."
 
'Em ê parastina xwe bikin'
 
Dayika bi navê Pempe Muhemed wiha axivî: "Erdogan çi dike bila bike, em ji Kobanê dernakevin, ji ber em ji Erdogan natirsin. Em ê her dem parastina tax û bajarên xwe bikin. Em piştgiriyê didin gel û zarokên xwe, dê di dawiyê de bi ser bikevin. Heta dilopa xwîna me ya dawiyê em ê li berxwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Bavê min li ser vê axê şehîd bû'
 
Zaroka bi nave Şêrîn Walî jî wiha got: "Em dev ji axa xwe bernadin. Ev ax, axa me ye. Bavê min li ser vê axê şehîd bû. Bi xwîna şehîdan be jî em dev jî axa xwe bernadin."