'Deng û rûyê heqîqet û felsefeya Netewa Demokratîk tên hedefgirtin'

  • 09:05 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Pêşkêşvana Radyoya Sewt El-Heyat Rewan Şêxo hedefgirtina dengê rastiyê û şehadeta 2 Rojnemevanan nirxand. Rewanê soza xwe nû kir û got:"Em ê bibin dengê heqîqetê û pênûsa ku destanên lehingeyê li ser  rûpelên dîrokî dinivsînin."
 
Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li dijî Rojava di roja xwe 9'emîn de dewam dike. Dewleta tirk ji destpêka êrîşên xwe yên li dijî Rojava ne tenê gelê sivîl, radyoyan asteng dike û rojnemevan hedef digire. Derbarê vê mijarê de Pêşkêşvana Nûçeyan a Radyoya Sewt El-Heyat Rewan Şêxo axivî. 
 
'Komkujiyên dewleta tirk rastî bêdengiyek  navneteweyî tê'
 
Rewanê komkujiyên li dijî sivîl û siyasetmedaran ve pêk tê anî ziman û got:"Dewleta tirk ew e ku gelê sivîl qetil dike û rastî bêdengiyeke navneteweyî tê. Komkujiyên li ser sivîl û siyasetmedaran ve pêk tên me îsbat kiriye, lê hîna cîhana rûreş û bêbext tu gavek berbiçav di vî alî de neavêtiye."
 
'Deng û rûyê heqîqet û felsefeya Netewa Demokratîk tên hedefgirtin'
 
Rewanê da xuyakirin ku êrîşkar bi hedefgirtina Radyo û Rojnemevanan dixwaze komkujiyên derheqê gelan de pêk tînin veşêrin û wiha dom kir: "Ji ber topbarana dewleta tirk Radyoya Waşû Kanî hate rawestandin. Di heman demê de dewleta tirk xwest Radyoya Dirbêsiyê FM asteng bike, lê endamên Radyo tedbîrên xwe girtibûn. Her wiha Ajansa ANHA'yê jî rastî astengiyan hatin. Radyo û ajans deng û rûyê heqîqeta civaka azad û felsefeya Netewa Demokratîk e. Ji ber wê dixwazin dengvedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember Dagirkeriya Tirkiyeyê rawestîne, da ku bandorê li gel jî neke û ranebin ser piyan."
 
'Rojnemevan deng û dîmenê hovitiya bi cîhanê dide dîtin û bihîstin'
 
Rewanê dildariya rojnemevanan bi gihandina dengê heqîqetê anî ziman û got: "Tevî ku radyo hatin astengkirin û rawestandin, lê rojnemevanan li bajarê din dixebitîn wêne, deng û dîmenê hovîtiya dewleta tirk şîrove dikir dikşînin û ji raya giştî re hovitiya dewleta tirk a li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dida nasîn û bihîstin."
 
'Em ê xewin û xeyalê rêheval Seed Ehmed û Mihmed Reşo nîvco nehêlin'
 
Rewanê şehadeta Nûçegîhan Seed Ehmed ê Ajansa ANHA û Nûçegîhanê Çira TV Mihemed Reşo anî ziman û wiha pê de çû: "Rojnameger Seed Ehmed û Mihemed Reşo da ku konvoya gel a ku berê xwe dabû Serêkaniyê bişopînin ji aliyê balafirên dewleta tirk ve hatin hedefgirtin û her dû rêhevalê me şehîd bûn. Tevî hejmareke din birîndar bûn. Hedefgirtina rojnemevan û sivîlan asta dijminahî, hovîtî û hişmendiya qirkirina gelê Kurd dide nîşandan. Em ê xewn û xeyalên rêhevalên xwe yên Kurdistanek azad pêk bînin. Em ê her berxwedana têkoşînê bidin."
 
'Hevrîn pêşenga me ye'
 
Rewanê da zanîn ku Hevrîn Xelef pêşeng e û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê ya Paşerojê Hevrîn Xelef bi rengekî hovane ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hat qetilkirin. Hevrînê gula buharê, pêşenga me ye. Em ê li hember neheqî û hovîtiya dewleta tirk û hevkarên wê hîn bêtir rastiyên ku tên jiyîn, raxin ber çavan."