Zeyneb Efrîn: Berxwedana rûmetê ew ê bi ser bikeve
- 09:07 17 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Endama Rêvberiya Kongereya Star Zeyneb Efrîn teqez kir ku dîrok lehengî û têkoşîna jinên Rojava dinivîsîne û got: "Bi rihê yekîtiyê, dê berxwedana rûmetê bi ser bikeve."
Di 9'ê cotmehê salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan de dewleta tirk êrîşî Rojava kir. Di encama êrîşan de bi hezaran sivîl koçber bûn, birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Têkîldarî mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Efrîn diyar kir ku artêşa tirk êrîşî seranserî sînorê Rojava dike û sivîlan qetil dike û wiha domand: "Êrîşên Artêşa tirk a dagirker û vekişandina Emêrika ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê wateya ku komploya li dijî Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Îro Artêşa Tirk a dagirker qetîlaman li dijî pêkhateyên herêmê de pêk tîne. Li dijî van pêkanînên dijmirovî em ê têkoşîna xwe ya berxwedanê bidomînin."
'Em xwe bi xwe nakokiyên di nava xwe de çareser bikin'
Zeynebê bal kişand ser diyaloga Sûrî-Sûrî û wiha pêde çû: "Ev çend sal in di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şerekî pir dijwar diqewime. Di van 2 salên dawî de ji aliyê MSD'ê û Rêveberiya Xweser ve pêşniyara diyaloga Sûrî-Sûrî hate kirin. Ji ber ku bi riya diyloga Sûrî-Sûrî dê çareserî ji bo kirîza Sûrî bihata dîtin. Em xwe bi xwe nakokiyên di nava xwe de çareser bikin ji ber ku tu dewletên derve ji bo gel kar nake ji bo berjewendiyê xwe tev digere mîna civînên Soçî, Astana û Cinêv."
'Armanca dewleta tirk dagirkirina tevahî xaka Sûriyeyê ye'
Zeynebê da zanîn ku hevpeymana bi Rêjîma Sûriyeyê re tenê leşkerî ye û wiha dom kir: "Hevpeymana ku hatiye çêkirin tenê di aliyê leşkerî de ye û li ser esasê sînor e. Armanca me parastina xaka me ya ji dagirkeriya tirk re ye. Ji despêkê de em wekî hereket û gelê azadîxwaz me pişta xwe bi dewletan ve girê nedaye. Em di wê baweriyê de bûn ku Emêrika rojek were û xwe vekşîne ji ber ku dewlet li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Ji bo wê jî ji destpêka şoreşa Rojava me ev yek bi gelê xwe re parve kiribû û gel jî di wê baweriyê de ye ku şoreş bi berxwedan û têkoşînê bi ser bikeve."
'Berxwedana rûmetê ew ê bi ser bikeve'
Zeynabê diyar kir ku komploya ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, hemû jî sîstema netewa demokratîk esas digirin û wiha dewam kir: "Sîstema ku me daye avakirin erka me ya wicdanî ye ku em xwedî lê derkevin û biparêzin. Komployên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin hemû jî Sîstema Netewa Demokratîk hedef dikin. Sîstema Demokratîk hemû pêkhateyên herêmê hembêz dike ji bo wê pêwist e her kes bi rengekî çalak tevlî berxwedana rûmetê bibe û sîstema xwe biparêze."
'Bi yekîtiya Kurdan dê komplo vala derkevin û berxwedana rûmetê bi ser bikeve'
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bila em xwe nexapînin komplo û êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin bi armanca qirkirina kurda ye. Hemû komploger dixwazin kurdan tune bikin. Banga yekîtiya kurdan dikim ku tevlî berxwedana rûmetê bibin. Dem dema yekîtî û berxwedanê ye."







