‘Em ê şopdarên rêya Hevrînê bin’

  • 09:10 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê diyar kirin ku Hevrîn kesayeteke demokrat û aştîxwaz bû û gotin: "Em ê xwesteka Hevrîn Xelef a pêkanîna projeya Netewa Demokratîk pêk bînin. Em ê şopdarî rêya Şehîd Hevrînê bin."
 
Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk êrîşê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û heta îro jî êrîş didomin. Di 12'yê Cotmehê de Sekreterya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef  hedef hedef hat girtin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Ew kiryarên dermirovî ne tenê li ser bedena Hevrîn di heman demê de li ser bedena tevahî jinan hat kirin. Têkildarî vê mijarê endamên Partiya Pêşeroja Sûriyeyê şaxa Efrînê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Hevrîn kesayetek demokrat û aştîxwaz bû' 
 
Endama Biroya Ciwanan ya partiyê Zeyneb Hisên di derbarê qetilkirina Hevrîn Xelef de wiha axivî: "Em xemgîn bûn, ji bo şehadeta Hevrîn Xelef. Lê em ji êşa xwe hêzê digirin. Heger civakek li ser xeta têkoşerên azadiyê bimeşe wê helbet bi ser keve. Şehîd Hevrîn kesayetek demokrat û aştîxwaz bû, wekhevî di nava hemû pêkhateyan de ava dikir. Em weke ciwan li ser xeta têkoşerên azadiyê xwe bin û xwesteka wan pêk bînin. Xwesteka şehîd Hevrîn jî pêkanîna projeya Netewa Demoratîk li Rojhilata Navîn bû, tucarî em ê xiyanetê li pakrewanên xwe nekin."
 
‘Dîroka Efrînê xwe dubare dike’
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeynebê balkişand ser komkujiyên ku li Efrînê çêbûne û niha li Rojhilta Firatê xwe dubare dike û wiha pê de çû: "Komkujî û hovîtiya ku li Efrînê çêbûye, îro li Rojhilata Firatê dubare dike. Armanca dewleta Tirk ew e ku qirkirina Gelê Kurde. Piştre qirkirin projeya netewa Demokratîk a ku hemû pêkhateyên Sûriyê di nava xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê çawa li Efrînê Şehîd Barîn bû hedef, îro jî li Cizîrê Hevrîn bû hedef, dîrok xwe careke din dubare dike. Em dibêjin, erê ji wekheviyê re, erê ji jina azad re, erê ji projeya Netewa Demokratîk re."
 
‘Heval Hevrîn kesayetek dil pak û ziman xweş bû
 
Endama partiyê Şêrîn Cawîş balkişand ser kesayeta Şehîd Hevrîn û wiha dewamî da axaftina xwe anî: "Şahadeta heval Hevrîn Xelef gelek bandor ser kesayeta me kir, ji ber ku kesayetek weke heval Hevrîn di rêya pêkanîna projeya Netewa Demokratîk de cihê xwe girtibû. Em weke jinên siyasetmendar divê em xwesteka wê pêk bînin heya em dighêjin axake azad ya nenavendî demokratîk. Heval Hevrîn kesayetek dil pak û zimanxweş bû her tim dixwest derdora wê bi kêfxweşî bin.”
 
‘Em ê şopdarî rêya Şehîd Hevrînê bin’
 
Endama partiyê Nezîfe Ehmed jî diyar kir ku ew weke jin li ser şopa Hevrînê bin û wiha got: "Weke jinên siyasetmendar armanca Hevrîn pêk bînin û xwesteka wê li erdê nehêlin, ji ber ku xwedî li şehîdên xwe derdikevin û tu carî xeta wan nahêlin.”